Partiyeke êzidî tê avakirin

Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Heyder Şeşo, bi fermî xwe ji kar vekişand.

18.04.2017, Sal - 06:25

Partiyeke êzidî tê avakirin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya li medya herêma Kurdistanê belav bûye Endamê Encûmena Navendî yê YNKê Heyder Şeşo roja 17ê Nîsanê bi fermî karvekêşana xwe pêşkêşî sekretariya Encûmena Navendî ya YNKê kir.

Hat ragihandin ku Heyder Şeşo di civîna Sekreterê Encûmena Navendî û Sekretariyeta Encûmenê ya YNKê de daxwaza karvekêşana xwe kiriye.

Di nûçeyê de hat gotin, Heyder Şeşo di wê civînê de ji Sekreterê Encûmena Navendî re sedema karvekêşana xwe jî wekî avakirina partiyeke nû ya taybet bi êzidiyan diyar kiriye û ji YNKê jî ji bo wê partiyê piştgiriyê xwestiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2961 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x