Berî lîstika li Aksarayê gef li alîgirên Amedsporê hat xwarin

Berî lîstika Amedsporê ya li bajarê Aksaray yê Tirkiyeyê gef li alîgir û lîstikvanên wê tîma Bakurê Kurdistanê hat xwarin.

13.09.2023, Çar - 07:23

Berî lîstika li Aksarayê gef li alîgirên Amedsporê hat xwarin
Nuçe Belav bike

Biryar e Amedspor roja Yekşemê dê li bajarê Aksarayê bi tîma 68 Aksaray Belediyesporê re bilîze

Berî wê lîstikê grûbeke alîgirên wê tîmê ya bi navê “68 Ergenekon” li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gef li Amedspor, lîstikvan û alîgirên wê xwar.

Grûba navborî ew daxuyaniya ku têde gefan dixwe bi ser navê “Parastina Bajar” beleva kiriye û dibêje:

“Roja lîstikê, berî lîstikê û piştî lîstikê armanc û daxwaza me ya sereke ew e ku em naxwazin alîgir, forma û şalên Amedsporê li bajarê xwe bibînin.

Eger em dirûşmên piştevaniyê û grûbên wiha bibînin em qet xwe ji midaxalekirina wan nadin paş û em vê yekê ji raya giştî û alîgirên Aksarayê re radigehînin.”

Ev 7 sal in alîgirên Amedsporê bê alîgir beşdarî lîstikên li mala hevrikên xwe dibe û qedexeya alîgiran li ser e.

Desteya Ewlehiya Werzişê ya Bajarê Stenbolê roja 3ê Îlona 2023an di lîstika bi tîma Sariyerê ya Stenbolê de jî beşdarbûna alîgirên Amedsporê qedexe kiribû.

Beşek ji alîgirên Amedsporê ku piştî lîstikê dixwestin lîstikvanên tîma xwe bibînin rastî êrîşa çend alîgirên tîma Sariyerê hatibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x