Amerîka: Daxwazên me yên ji Sûriyeyê neguherîne

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ti guherîn di daxwazên wan ên ji hikûmeta Sûriyeyê de çênebûye.

04.06.2025, Çar - 10:37

Amerîka: Daxwazên me yên ji Sûriyeyê neguherîne
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku haya wan ji pirsgirêkên ku rêveberiya Şamê pê re rûbirû dibin hene û daxwazên wan bi awayekî zelal li ser maseyê ne.

Tammy Bruceyê got, "Em bi zelalî diyar dikin ku em ji van zehmetiyên ku hikûmeta Sûriyeyê pê re rûbirû dibe agahdar in.

Dema ku serok gavên berbiçav ji bo avakirina Sûriyeyeke aram û ewle avêtin, em dê vê yekê bibînin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa daxwazên Waşingtonê yên ji Şamê kir û got, "Giring e ew di bîra me de be ku daxwazên me ji vê hikûmeta nû ya Sûriyeyê neguherîne.

Em çavdêriya proseya wan dikin û em li benda şefafiyetê ne derbarê bijardeyên wan û çawaniya encamdana wan."

Sala 2011an, welatiyên Sûriyeyê dest bi xwepêşandanan kir.

Dûv re, xwepêşandan bûn sedema derketina şerê navxwe û desthilata Esed bi bikaranîna çekên qedexekirî û çendîn tawanên din li dijî Sûriyan hat tometbarkirin.

 Amerîka û welatên din ên rojavayî jî hejmarek cezayan bi ser welat de sepandin.

Amerîka ji bo ku cezayên li Sûriyeyê rake, ji Şamê xwest kir ku çekdarên biyanî ji hikûmeta niha ya wî welatî derxîne, çekên kîmyayî yên xwe ji nav bibe, li gel Washingtonê li ser pirsa terorê hevahengiyê bike, komên çekdar ên Filîtinê derxîne û hevkariya Amerîka bike ku ew welatiyên Amerîkî bibîne.

Diyar Kurd ev her ev pirs ji Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê kirin:

“Amerîka çawa li dan û standinên vê dawiyê yên navbera şandey Kurdan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de diner? Kurd tekeziyê li ser giringiya parastina serbixweyîya îdarî ya xwe dikin. Amerîka çawa li siyasetê diner?

Pirsa duyem, çend raport hatine belavkirin ku Amerîka bi awayekî taktîkî razî bûye hikûmeta Sûriyeyê çekdarên biyanî bihêle û di dawiyê de tevlî sîstema berevaniya Sûriyeyê bike. Ev raport piştî wê yekê hatin ku şandeyê taybet ê Amerîka Sûriye ziayret kir. Ez dixwazim bizanim helwesta rûn a Amerîkayê derbarê vê pirsê çi ye?

Tammy Bruceyê li ser pirsên Diyar Kurde wiha got:

“Pirsa yekem, heta dema ku Kurd jî li vir bûn, me gotûbêj li ser vê babetê kir.

Daxwazên me ji hikûmeta Sûriyyeyê neguherîne.

Amerîka ji hikûmeta Sûriyeyê dixwaze ku di serî de programa çekên kîmyewî bi temamî bidawî bike.

Her wiha tê xwestin ku komên çekdar ên Filistînî yên ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin, ji axa Sûriyeyê derkevin, di têkoşîna li dijî terorê de bi Amerîkayê re hevkariyeke rasterast û şefaf were kirin.

Agahî derbarê encama welatiyên Amerîkî yên ku li Sûriyê winda bûne were dayîn û di vî warî de gavên berbiçav werin avêtin.” (Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:29:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x