Kurtulmuş dîsa wekî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.
529 parlamenter tevlî dengdayîna tura sêyem a Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bûn.
Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş 329, Parlamenterê Artvînê yê CHPyê Ugur Bayraktutan 118, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Osman Cengîz Çandar 18, Parlamenterê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Mustafa Cîhan 26, Parlamenterê Samsunê yê Partiya Yenî Yolê Mehmet Karaman 26 deng standin. Dengek vala hat avêtin û 11 deng nederbasdar hatin qebûlkirin.
“Divê em destûreke sivîl amade bikin”
Li gorî encamên dengdanê Kurtulmuş di tura sêyemîn da ji serî 301 dengan deng standin û wekî Serokê Giştî yê Parlamentoyê hat hilbijartin.
Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş piştî hilbijartinê got, “Berpirsyariya me ya ji bo nifşên bê ew e ku em sedsala duyemîn a komara xwe bi destûreke bingehîn a sivîl, demokrat û berfireh va bi ser bixin.
Em di mijara ku di nav vê heyamê da mijara Tirkiyeya bêteror a wekî derfeteke dîrokî derket pêş me û mijara herî bilez a Tirkiyeyê ye ku divê hel bike wekî hevdû difikirin.”
Li aliyê din, hat zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hilbijartina li Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Koşka Serokkomariyê qebûl kir.
Hat zanî nku civîna Erdogan û Kurtulmuş ji çapemeniyê re girtî bû.