Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê piştî ku roket li Girên Golanê ketin gef li Ehmed Şer xwar û got, "Serokê Sûriyeyê rasterast berpirsiyar e, dê bersiv di demek nêzîk de were dayîn."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz rêveberiya Şamê ji roketên li Girên Golanê ketine rasterast berpirsiyar dît ku hat îdiakirin ji Sûriyeyê hatine avêtin.
Îsrael Katz li ser hesabê xwe yê Xê got:
"Em Serokomarê Sûriyê wekî berpirsê rasterast ê her cure gef û êrişên li dijî dewleta Îsraîlê dibînin û bersiveke berfireh dê demeke herî kurt were dayîn.
Em dê destûrê nedin ku em vegerin rastiya 7ê Çiriya Pêşîn."
Artêşa Îsraîlê Dera bombebaran kir
Îsraîlê ragihand ku du roketên ku îdia kir ji başûrê Sûriyeyê hatine avêtin, li Bilindahiyên Golanê li qadeke vekirî ketine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî vê bûyerê, wan dest bi topbaran axa Sûriyeyê kiriye.
Topbaranên yekîneyên topavêjê bi taybetî li derdora bajarê Derayê yê li başûrê Sûriyeyê bûn.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a SANAyê ya Sûriyeyê, topbaranê devera Yermûkê ya li rojhilatê Derayê kir armanc.
Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe, rêveberiya Şamê jî di vê mijarê de ti daxuyaniyên fermî nedaye.
Êrişên dawî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê
Ev êrişa dawî ya Îsraîlê di demekê pêk hat ku ew hebûna xwe ya leşkerî û zextên xwe li Sûriyê zêde dike.
Artêşa Îsraîlê 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an herêma tampon a ku ji sala 1967an vir ve di bin kontrola wê de ye, bi Girên Golanê ve girêdayî ye, bi awayekî rasteqîn îlhaq kir.
Ev gav ji aliyê gelek kesan ve bi hinceta ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, hat şermezarkirin.
Êrîşên esmanî û bejayî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, bi taybetî bi sedema hebûna komên alîgirên Îranê, di van salên dawî de zêde bûne.