Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) got, “Em ji çekdanîna PKKyê re dibêjin erê lê ji tinehesibandina mafên Kurdan re jî dibêjin na.”
Bi organîzatorîya PWK-Ewropayê li Londona paytexta Brîtanyayê ji bo nasandina PWKyê û balkişandina li ser rûdanên li rojeva Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê konferansek hat lidarxistin.
Moderatoriya konferansê Dr. Alî Kemal Yildirim kir û rêvebirên PWK-Ewropayê Nîmet Mumtaz Aydin û Mehmet Selîm Uzun axivîn.
Li gorî daxuyaniyê PWKyê, ewil Mehmet Selîm Uzun bi Kirmanckî behsa partiya xwe kir û paşê jî rojeva heyî nirxand.
Piştî Mehemt Selîm Uzun Nîmet Mumtaz Aydin axivî û bi kurtî qala pêvajoya avakirina PWKyê û taybetmendiyên wê kir û dûv re li ser nêrînên PWKyê yên derbarê doza miletê Kurd û Kurdistanê axivî.
Nîmet Mumtaz Aydin, di berdewamîya axaftina xwe de, qala pêkhateyên PWKyê, awayên xebat û têkoşîna wê, dîtinên PWKyê yên li ser pirsa yekitî û hevkarîyan kir û dû re jî li gor PWKyê çareserîya pirsgirêka kurd û Kurdistanê wê çewa be, anî zimên.
Di beşa duyem a konferansê de Mehmet Selîm Uzun li ser rewşa Rojhilatê Navîn û çar parçeyên Kurdistanê axivî.
“Miletê Kurd di nava pêvajoyeke nû de ye”
Çend mijarên ji axaftina Mehmet Selîm Uzun derketin pêş bi wî awayî bûn:
“Li seranserê Kurdistanê û li cîhanê miletê Kurd di nava pêvajoyeke nû de ye.
Neteweperweriya Kurdan hem li Kurdistanê hem li cîhanê roj bi roj xurtir dibe.
Ji kûr ve li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû dinyayê pêleke neteweperwriya Kurdan radibe.
“Pêvajoya miletbûna Kurdan gihiştiye qonaxeke nû”
Di destpêka sedsala 21ê de pêvajoya miletbûna Kurdan gihiştiye qonaxeke nû.
Pêwîst e sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û pisporên Kurdan li ser vê pêvajoyê baş rawestin.
“Rewşa cîhanê tê guhertin”
Rewşa dinyayê tê guherandin, rewşa Rojhilata Navîn tê guherandin, pêvajoya miletbûna Kurdan tê guherandin.
Gelo li çar parçeyên Kurdistanê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurd û Kurdistanê dê çi bike? Dê çawa bersîva vê pêvajoya nû bide?
“Em dê çawa karibin bersiva vê pêvajoyê bidin”
Rastiya bingehîn a rojev û mijarê jî bi xwe ev e. Em dê çawa vê rewşê li ser xetek neteweyî û demokratîk û Kurdistanî biguherînin û organize bikin, em dê çawa karibin bersiva vê pêvajoya nû û pêwistiya sedsala 21ê bidin?
Yek: Yên ku statukoyê diparêzin. Di serî de dewletên kolonyalîst ên wekî Îran, Tirkiye, Îraq, Suriyeyê û rejîmên kewneperest yên herêmê ne.
Ew li dijî Kurdan in, dijmenên Kurdan in û naxwazin ev statukoya heye bê guherandin.
Dudu: Hêz û dewletên ku dixazin statukoyê biguherînin û Rojhilata Navîn ji nu ve dîzayn bikin.
Hêz û dewletên mezin, di serî de yên wekî Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û hinek dewletên din ên Ewropayê ne.
Bi taybetî bi rol û siyaseta xwe ya jeopolîtîk ya herêmê dewleta Îsraîlê ye.
“Planên Îsraîl, Amerîka û Brîtanyayê li ser qedera Rojhilata Navîn tayînker in”
Di vê pêvajoyê de plan û programên Îsraîl, Amerîka û Brîtanyayê yên jeopolîtîk, li ser çarenivîs û qedera Rojhilata Navîn tayînker in.
Bê guman ev tişt ne tiştekî îradî ye lê belê tiştekî dîrokî û misoger û zarûrî ye.
Ji ber ku yên ku dixwazin vê statukoyê ji binî ve biguherînin, berî her kesî miletê Kurd e û miletê Kurd ev du sed sal e ku ji bo vêya tekoşîneke dijwar dide.
“Divê Kurd siyaseta Îsraîlê baş binirxînin”
Divê Kurd siyaseta jeopolîtîk û jeostratejîk ya dewleta Îsraîlê ya nû li ser Rojhilata Navîn baş binirxînin û baş teqîb bikin.”
Her wiha di konferansê li ser biryara PKKyê ya xwefesixkirinê, çareseriya pirsgirêkên Kurdan û hevdîtinên di navbera Ocalan, PKK û Tirkiyeyê de jî hat nirxandin.
Di daxuyaniya PWKyê her wiha hat gotin:
“Çareseriya pirsgirêka Kurdan ne di rojeva dewleta Tirkiyeyê de ye. Çareseriya ti mafên esasî ya Kurdan nayê minaqeşekirin.
Şerê çekdarî yê PKKyê yê heyî zererê dide doza Kurd û Kurdistanê û ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha li çaraliyên Kurdistanê û li diasporayê jî.
Em ji çekdanîna PKKyê re dibêjin erê lê ji tinehesibandina mafên Kurdan re jî dibêjin na.”