Tîma Hewlêrê derbasî fînala kûpaya Iraqê bû

Tîma futbolê ya Hewlêrê, di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Iraqê de, li hemberî tîma Bexda Hedûdê bi encama 1-0 bi ser ket û di dîroka xwe de cara ewil derbasî fînalê bû.

01.08.2023, Sal - 06:56

Tîma Hewlêrê derbasî fînala kûpaya Iraqê bû
Nuçe Belav bike

Li Bexdayê di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Iraqê de, li her du tîmên Hewlêr û Bexda Hedûd hatin hemberî hev.

Nîva yekem a lîstika Hewlêr û Bexda Hedûdê bê gol bi dawî bû.

Lîstikvanê Tîma Hewlêrê yê bi navê Mehmûd Xelîl, xuleka 52yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xiste pêş.

Piştî vê golê hewlên tîma Bexda Hedûdê yên ji bo guhertina encamê bi ser neketin û lîstik bi encama 1-0 di berjewendiya tîma Hewlêrê de bi dawî bû.

Tîma Hewlêrê di dîroka xwe de cara yekem e ku di Kûpaya Iraqê de derket fînalê.

Li aliyê din, dê roja sêşemê rîkebera tîma Hewlêrê ya fînalê dê diyar bibe.

Tîma Qiwe Cewiyeyê û tîma Kerxê roja seşêmê têne hemberî hev û kîjan ji wan bi ser bikeve dê dibe rîkebera tîma Hewlêrê.

"Hêvî dikim kupa îsal were Hewlêrê"

Piştî lîstikê, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav ji ajnsa Rûdawê re got: “Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya Hewlêrê bikin û soza xwe ya ji bo lîstikvanan bi cih bînin. Hêvî dikim kupa îsal were Hewlêrê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x