Hat ragihandin ku Berdevkê Quwetên Suriya Demokratîk Telal Silo dev ji karê xwe berdaye.
Çavkaniyek ji nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re ragihand ku Berdevkê HSD, Telal Silo dest ji kar kişandiye.
Vê çavkaniyê behsa ti sedemên dest ji kar kişandina Telal Silo nekir.
Eqîd Telal Silo, di sala 1965 de li Rahî ya girêdayî parêzgeha Helebê ji dayîk bûye, bi eslê xwe Tirkman e. Di sala 1985 de tevlî artêşa Sûriyê bûbû. Di sala 1987 de bûbû mulazim, di sala 2004 de jî ji artêşê cuda bûbû, piştre hatibû girtin û nêzîkî 20 mehan di zindana Sîdnaya de mabû.
Quwetên Sûriyeya Demokratîk jî, roja 11 meha 10 a sala 2015 di konferanseke rojnamevanî de hatibû ragihandin, û Telal Silo yekemîn berdevkê wê hêzê bû.
QSD ji gelek rêxistinên çekdarî pêk tê, lê hêzên sereke di nav wê hêzê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ne.
QSD bi alîkariya Amerîkayê niha operasyona kontrolkirina Reqayê li dijî rêxistina DAIŞê birêve dibe û heta niha ` ê vî bajarî ji destê DAIŞê derxistine.