Ehmed Şer: Ez li Sûriyeyê aramiyê dixwazim

Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku erkê wî ne hêsan e û ew li Sûriyeyê aramiyê dixwaze.

02.06.2025, Pts - 10:26

Ehmed Şer: Ez li Sûriyeyê aramiyê dixwazim
Nuçe Belav bike

Ehmed Şer ji Jewish Journalê re axivî û eşkere kir ku ew tiştê ji wan re maye, wêrankirin, zexta derûnî, bêbawerî ye û lê hêviya wan jî ji paşerojê heye.

Ehmed Şer li ser bandora şerê navxweyî, pêwendiyên li gel Îsraîlê û kesayetiya Donald Trump axivî.

Ev gotinên Ehmed Şer di demekê de ne ku Malbata Esedan zêdeyî 50 salan Sûriye bi rê ve bir û pêkhateyên wekî Kurd, Durzî, Sunî û Xirîstiyan hatin paşguhirin û çewisandin.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di 2011an de dest pê kir û heta 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an berdewam kir û bandoreke mezin li Sûriyeyê kir.

Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê Mihemed Nidal eş Şer beriya bi çend rojan got, "Ji bo avakirina Sûriyeyê herî kêm pêdiviya me bi 1 trilyon dolaran heye."

Divê were gotin ku niha bêbaweriyeke mezin li Sûriyeyê heye.

Ehmed Şer li ser rewşa niha ya Sûriyeyê got, “Rabirûbûn bi dawî nebûye bêhêvîtî di çavê her kesî de heye, ew li her kolanê û di her malekê de xuya ye.

Erkê me ew e ku em dubare nekin. Divê em tiştekî nû ava bikin."

Şer tekez dike ku ew bi yekane kes nîne ku li ser paşerojê biryarê dide lê sûdê ji pirrengiya civaka Sûriyeyê jî werdigire.

Serokkomarê Sûriyeyê di berdewamiyê jî de got, "Eger ez bi tenê bipeyivim, wateya wê ew e ku Sûriye ti tişt fêr nebûye.

Em hemû dengên cuda vedixwînin- sekuler, oldar, eşîrî, akademîk, gundî û bajarî. Pêwîst e dewlet zêdetir guhdariyê bike."

Derfeta mayîna xelkê li Sûriyeyê

Hafiz Esed ji 1971 heta 2000î Serokê Sûriyeyê bû, paşê kurê wî Beşar desthilat wergirt hû heta 8ê Kanûna Pêşîn 2024an Serokê Sûriyeyê bû.

Taybetmendiyên Malbata Esedan, dîktatorî û çewisandina pêkhateyan bû.

Pirsa girîng ev e, “Gelo pêkhateyên Sûriyeyê baweriyê bi rêveberên nû yên Şamê tînin?” Ehmed Şer got: "Ez baweriyê naxwazim. Ez aramiyê dixwazim lê bi çavdêriyê re.

Min wekî berpirsiyar bizanin; bi çavnêriyê li vê pêvajoyê binerin. Bawerî wiha çêdibe."

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû sedema koçberiya 7 milyon kesan her wiha 6,5 milyon kes jî li nav Sûriyeyê bûn koçber. Ji sedî 90ê xelkê di bin sînorê hejariyê de dijîn.

Ehmed Şer got, "Niha girîng e ku em derfetan bidin xelkê ji bo mayîn û jiyanê. Sûriyeya aram ne tenê bi gotinê çêdibe lê bi kar çêdibe. Divê ev kar li bazarê, di polan de û li çolê bê kirin.

Sûriye dê bibe navenda bazirganiyê.

 Her ciwanê ku xwedî kar be, kêmtir rastî tundrewiyê were. Her zarokê li dibistanê be ew dengek e ji bo paşerojê."

Pêwendiya bi Îsraîlê re

Ji destpêka şerê navxweyî ve, Îsraîl nêzî 1, 300 caran êrişên esmanî li Sûriyeyê pêk anîne. 450 ji wan piştî bidawîbûna desthilata Esed pêk hatin.

Ehmed Şer li ser pêwendiyên paşerojê yên bi Îsraîlê jî re got: "Ez dixwazim zelal bim. Divê serdema bordûmanên tolhildanê bi dawî bibe.

Ti welat bi pêş nakeve gava tirs esmanê wê dagire. Rastî ew e ku dijminên me hevpar in û em dikarin roleke girîng di ewlekariya herêmê de bilîzin.

Durziyên Sûriyeyê ne kevirên dameyê ne. Ew welatî ne, reh û rîşeya wan heye, dilsoz in û divê li gorî qanûnê bên parastin. Parastina wan ne cihê gotûbêjê ye."

Ehmed Şer diyar kir ku wî negotiye ku amade ye pêwendiyê bi Îsraîlê re deyne lê amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo dan û standinên bi Îsraîlê re amade ye, bi awayê ku pişta xwe bide qanûna navneteweyî û parastina serweriyê.

Serokkomarê Sûriyeyê got, "Divê aştî bi rêzgirtina hevpar bê anîn, ne bi tirsê.

Li her derê ku rastgoyî û pêkvejiyan hebe, em ji bo miamelekirinê amade ne. Ji wê kêmtir, em jê dûr dikevin."

“Trump zilamê aştiyê ye”

Serokkomarê Sûriyeyê behsa civîna xwe ya vi bi Donald Trump jî kir û got, "Medya çawa nîşan bide jî, ez wî wekî zilamê aştiyê dibînim. Em her du ji aliyê heman dijminî ve hatine armanckirin.

Trump ji bandora, hêz û encamê fêm dike. Pêwîstiya Sûriyeyê bi damezrînerekî rastgo heye.

Eger derfeta hevahengiyê hebe ku bibe alîkar ji bo aramiya herêmê û ewlehiya Amerîka, ez amade me gotûbêjê bikim.

Tenê Trump dikare pirsgirêkên vê herêmê çareser bike û me nêzîkî hevdû bike.

Em nabin kevirên dameyê. Em dê bibin dewleteke rewa; em dixwazin Amerîka bibe hevbeşê me di rêvebirinê de û li dijî gendeliyê û di avakirina dezgehan de bi me re be."

Donald Trump û Ehmed Şer 14ê Gulana 2025an li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan.

Piştî wê civînê Trump biryara rakirina cezayan aborî li ser Sûriyeyê dabû.

Wergirtina posta serokomariyê

Serokkomarê Sûriyeyê li ser wergirtina posta xwe jî got, "Çavê min li vê postê nebû. Min qebûl kir ji ber ku pêdiviya Sûriyeyê bi rûpeleke nû heye.

Ez dixwazim di nivîsandina vê dîrokê de alîkar bim, ne ku tenê li dabeşbûnê temaşe bikim.

Ti vebijêrka me nîne ji bilî serkeftinê. Divê em careke din Sûriyeyê bihêz bikin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x