Temsîlkarê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Mistura, bangê kir ku Sûriye behsa mijara pêvajoya siyasî bike.
Temsîlkrê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura, piştî 7 emîn civîna Cenevre li ser Sûriyê, li baregeha xwe civîneke çapemeniyê çêkir. Di civînê de got: “Ez dixwazim di serê Eylûlê de dest bi civîna hevdîtinan ya tûrâ nû ya li Cenevreyê bikim. Hem dixwazm temamê terefan di 4 xalan de, fikrên xwe baş zelal bikin û em ê zorê bidin wan ku hemû alî, di yek odeyek de werin cem hev.” Mistura di dewama axaftina xwe de weha got:
“Me ji rejîma Sûriyê heya niha, di axaftina li ser mijara pêvajoya siyasî de, ti îşaretekî nediye. Lê ez niha bang dikim, ji bo tûra nû, bila behsa pêvajoya siyasî bikin.”