Koşka Spî: Hêzên Amerîkayê li Sûriyê dimînin

Koşka Spî dibêje, Biden li ser hiştina hêzên Amerîkayê li Sûriyê pêdagir e. Ev di demekê de ye ku berî çend rojan grûpên nêzîkê Îranê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi drone êrîşî bingehekî Amerîkayê kiribûn û Washingtonê jî wek bersiv bingehên wan grûpan bombebaran kiribûn.

27.03.2023, Pts - 05:47

Koşka Spî: Hêzên Amerîkayê li Sûriyê dimînin
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê 26ê Adara 2023an Berdevkê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby ji medya welatê xwe re got: “Em herdem kar bo parastina artêş û navendên xwe dikin.” Herwiha got, Biden “bi tevahî” pêbendê hiştina artêşa Amerîkayê ye li Sûriyê ku armanca wan a serekî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de rûbirûbûna DAIŞê ye.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, nêzîkî 900 serbaz û şêwirmendên wan ên serbazî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê û navçeya Tenif hene. Kirby amaje bi wê yekê da ku tişta li Sûriyê derbarê hêzên wan de nayê guhertin ew e ku “guhertin di erkê rûbirûbûna DAIŞê de çênabe.” Kirby dibêje, hezar serbazên wan li Sûriyê hene û rûbirûyê torên DAIŞê dibin.

Berpirsên Amerîkayê berê ragihandibûn ku roja 23ê Adarê li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi dronan hêzên wan hatine armanckirin û di encam de mitahîtekî Amerîkî hatiye kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.

Roja Înê 24ê Adara 2023an Pentagonê ragihand ku wek tolstandina êrîşa rojek berê ya bi drone bo ser bingehekî Amerîkî li nêzîkê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, sê bingehên grûpeke çekdar a nêzîkê Îranê kirine armanc û di wan êrîşan de “herî kêm 14 kes hatin kuştin.”

Di vê derbarê de Kirby dibêje, Biden “bilez helwêst pêşan da” û hişyariyê jî dide ku Amerîka pêngavên zêdetir jî diavêje. Kirby got: “Bêguman eger Serok maqûl û pêwîst bibîne bo parastina serbaz û bingehên me, egera kiryarên zêdetir ên Amerîkayê red nakim. Em li ser wê yekê berdewam dibin û ew peyam bi dengê bilind û zelal tê şandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x