Li Babê çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 ciwanên Kurd revandin

Li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê, ku di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve de ye, çekdarên grûpa Ehrar el-Şam 2 ciwanên Kurd ku xelkê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye revandin.

29.12.2022, Per - 05:55

Li Babê çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 ciwanên Kurd revandin
Nuçe Belav bike

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), roja 28ê Kanûnê li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê, ku di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve ye, çekdarên grûpa Ehrar el-Şam 2 ciwanên Kurd ku xelkê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye ku dixwestin bi rêya qaçaçiyekî re derbasî Tirkiye bibin revandin.

Li gor heman çavkaniyê, herdû ciwanên Kurd di nav otombîleke Van H1 de bûn li ba gundê Olan li gundewarê Babê ku 25 hezar dolar jî bi wan re bûn, dema çekdarên Ehrar el-Şam ew daxistin û li gel xwe bi otombîleke Toyota Land Cruiser û vaneke sipî revandin, piştr e peywendî li gel kesûkarên wan kirin, û daxwaza 100 hezar dolar li wan kirin daku herdû ciwanan azad bikin.

25ê Kanûnê jî, çekdarên grûpa Asîfet el-Şemal a ser bi Tirkiyê ve welatiyek ji bajarokê Ezazê revandibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x