Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên NY bo nav Sûriyê îro bi dawî dibe

Îro 10ê Temûza 2023an mekanîzmaya gihandin û derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Trikiyê ve bi rêya Deriyê Bab el-Hewa li bakurê Idlibê bo nav Sûriyê bi dawî dibe, di demekê de ku tê çavrêkirin Civata Ewlekariyê derbarê vê mijarê de bicive.

10.07.2023, Pts - 13:09

Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên NY bo nav Sûriyê îro bi dawî dibe
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Sûriyê, hikûmeta wî welatî derbarê mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan de bi rêya Deriyê Bab el-Hewa tenê bo dema 6 mehan razî ye.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên taybet bi dosyeya Sûriyê daxwaz dikin, mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê heta 12 mehan bê dirêjkirin.

Ev di demekê de ye, ku Amerîka û hevpeymanên wê yên rojavayî dixwazin herdû deriyên Bab el-Selame û el-Raî yên li bakurê Helebê û hevsînor ligel Trikiyê di nav biryara dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan de bin, lê hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê Rûsya û Çîn vê yekê red dikin.

Ji sala 2014an ve, alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî bi rêya Deriyê Bab el-Hewa bo dema 6 mehan derbasî bakurê rojavayê Sûriyê dibin, ku zêdeyî 4 milyon kes li parêzgeha Idlibê sûdê jê dibînin, di demekê de ku pêwîstiya dirêjkirina wê mekanîzmayê bi biryara Civata Ewlekariyê ya Navdewletî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:41:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x