Rewangeha Suriyê ya Mafên Mirovan belav ragehand, ku rojane ji demjmêr 7ê serê sibehê ve hêzên Tirkiyê navên welatîyên Suriyeyî tomar dikin û wan bo sinûrê Tirkiyê vediguhêzin û dûv re jî wan derbazî bajarê Girê Sipî dikin.
Li gor Rewangeha Sûrî, Tirkiye bi wê yekê dixwaze demografîya Girê Sipî biguhere û wî xelkî li gel mal û mulkên wan li Girê Sipî bicih bike.
Berî niha Tirkiyê ragehandibû, ku ew penarên Sûriyê yên li Tirkiyê dijîn; dê vegerîne devera aram a li ser sinor.