Rûsya, beşdarbûyîna Kurdan jibo hevdîtinên Sûriyê da bi israr e

Tê gotin ku Hikûmeta Rûsya daxwaza beşdarbûna nûnerên gelê Kurdistanê yên rojavayê Kurdistanê dike ku beşdarî danûstandinên Cênevê bibin.

08.09.2017, Cum - 10:18

Rûsya, beşdarbûyîna Kurdan jibo hevdîtinên Sûriyê da bi israr e
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Rûsî duh 07.09.2017ê şandeke Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Îbrahîm Biro li Moskowê li gel Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mihail Bogdanov hevdîtinek pêkaniye.

Li gor daxuyaniyê Moskowa piştevaniya xwe bo pêkanîna şandeke hevbeş a opozîsyona Sûriyê diyar kiriye, ku bicivin li gel şanda rejîma Sûriyê li Cênevê, ku nûnerê kurd jî beşdarî tê de bikin.

Heta naha 7 gerên danûstandinên Cênevê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona Sûriyê de pêkhatine, ku çareseriyekê bo şerê navxwe yê Sûriyê bibînin û biryare di dawiya vê mehê de gera heştem a danûstandinan jî birêve biçe.

KRDNews
Vî nûçeyê tevayî: 1391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:33:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x