Sûriye gef li Rojava da: Artêşa me tu xetên sor nasnake!

Cîgira Serokê Giştî ya partiya Bees a Sûriyê Hîlal El Hîlal serdana Moskowê kir û ragihand, tu xeteke sor li pêş Artêşa Sûriyê nîne ku neçe hemû navçeyên Sûriyê.

07.11.2017, Sal - 11:17

Sûriye gef li Rojava da: Artêşa me tu xetên sor nasnake!
Nuçe Belav bike

Cîgira Serokê Giştî ya partiya Bees a Sûriyê Hîlal El Hîlal, ku bi berdewamî bi riya Balafirxaneya Qamişloyê serdana Rojavayê Kurdisatanê dike, li Moskowê eşkere kir, ku Artêşa Sûriyê dê derbasî hemû deverên Sûriyê bibe û tu xetên sor jî nas nake.

Ew çend roj in, di serî de Serokê Sûriyê Beşar Esed, gelek berpirsên Sûriyê û Îranê gefan li Rojavayê Kurdistanê dikin û dibêjin, divê bê şer navçeyên xwe teslîmî wan bikin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî kontrolkirina Dêrezorê diyar kiribû, ku hevpeymanên Sûriyê soz dane, Reqa û deverên din ên ku dikevin nav herêma Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, hemû deverên din ên Sûriyê kontrol bikin.

Ji aliyê din ve, ajansa Reutersê ji ser zarê fermandeyekî hêzên piştevan a artêşa Sûriyê ragihandibû, ku ew xaka niha ya di bin kontrola Hêzên Sûriye Demokratîk HSDê de, beşek e ji xaka Sûriyê û amaje kiribû ku ew dever dê demên dahatî de ji aliyê Sûriyê ve werin kontrolkirin.

Fermandeyî sûrî gotibû: “Peyama me bo çekdarên HSDê û piştevanên wê yên li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê zelal e; ew xaka ku ji destê DAIŞê derxistine û kontrol kirine, xaka Sûriyê ye.”

Heman fermandeyî behsa kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê ji aliyê HSDê ve kiribû û diyar kiribû: “Ya ku pêwendî bi çavkaniyên xwezayî yên xelkê Sûriyê ve heye li rojhilatê welat, petrol û tiştên din, em nadin ti kesî li ser kontrolkirina çavkaniyên welat û çêkirina kantonan berdewam bin yan hizir li wê yekê bikin, ku hikûmeta wan a xweser hebe.”

Herwiha, şêwirmendê pilebilind ê Rêberê Îranê Elî Ekber Vilayetî beriya çend rojan ragihandibû, ku bajarê Reqayê dê bi destê gel û dewleta Sûriyê were rizgarkirin û dewleta Sûriyê dê herêma rojhilatê Firatê wate Rojavayê Kurdistanê jî bixe bin kontrola xwe.

Ew daxuyaniyên berpirsên Sûriyê û hevpeymanên wê di demekê de ne, ku şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê nêzîkî qonaxa dawî bûye û artêşa wî welatî û hêzên piştevanên wê bi piştgiriya hêza esmanî ya Rûsyayê rûbereke berfireh ji xaka wî welatî kontrol kirine.

Hin partiyên Rêveberiya Xweser jî bersiva van gefên Îran û Sûriyê dan û gotin, Kerkûkeke din li Rojavayê Kurdistanê dûbare nabe, ku mebesta wan teslîmkirina Kerkûkê bo Heşda Şebî ya nêzîkî Îranê ye.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1085 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:24:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x