Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî li dibistanên seretayî û navendî destpêkirine. Ji bo balkişandina li ser hilbijartina dersên Kurdî di nav zarokên Kurd û malbatên wan de ev demeke kampanya hatine destpêkirin û beşek ji rêxistinên civaka sivîl, sazî, kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê peyaman belav dikin.
Endamê Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt roja Çarşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji malbatên zarokên Kurd ên li dibistanan kir ku bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî hilbijêrin.
Abdurahman Kurt peyama xwe zaravayê Zazakî û zimanê Tirkî belavkiriye û dibêje “Hetanî 20ê aşme mekteban de seba domananê (tutanê) xo dersanê zazakî yan zî kurmancî weçînê. Wayîrê ziwanê xo vejîn.”