Artêşa Tirkiyê li Amedê dest bi operasyoneke nû kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

14.01.2023, Cts - 10:15

Artêşa Tirkiyê li Amedê dest bi operasyoneke nû kir
Nuçe Belav bike

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li navçeya Licê ya Amedê bi hinceta PKKê operasyona “Eren Dorpêç Payîz-Zivistan-21” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Licê, ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Amedê ve bê birêvebirin û 840 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin ku ji 56 tîman pêk tên.

Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x