Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 100emîn salvegera darvekirina Rêberê Tevgera Netewî ya Kurd a 1925an, Şêx Seîd û hevalên wî, daxuyaniyek belav kir. PWKê di daxuyaniya xwe de hem şehîd bi bîr anîn, hem jî bang li dewleta Tirk kir ku lêborînê bixwaze û cihê gorên wan eşkere bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, 100 sal berê di roja 29ê Hezîrana 1925an de, Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji aliyê dewleta Tirk ve li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. PWK’ê destnîşan kir ku ev darvekirin piştî darizandineke "korsan" û bi binpêkirina hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî pêk hatiye.
PWK'ê di daxuyaniya xwe de bi tundî daxwaz kir, divê dewleta Tirk ji ber van tawanên dîrokî lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze. Herwiha bang kir ku cihê mezelên Şêx Seîd û hevalên wî, ku ev sed sal in veşartî ne, demildest were eşkerekirin.
Tekez kir jî, doza ku Şêx Seîd û hevalên wî jiyana xwe di rê de dan, îro jî bi xebat û têkoşîna neviyên wan li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî welatperwerane berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, her destkeftiyeke siyasî, neteweyî û cografîk a li her parçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdan şad bike.
Di dawiya daxuyaniyê de, PWK’ê di 100emîn salvegera şehadeta wan de, Şêx Seîd û 46 hevalên wî, herwiha pêşengên din ên wekî Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Dr. Fuad û bi deh hezaran şehîdên din ên ku di serhildanê û piştî wê de hatin şehîdkirin, bi rêzdarî bi bîr anîn.