DEM Partiyê Hevseroka Şaredariya Silopiyayê şand dîsîplînê

DEM Partiyê ragihand ku Hevseroka Şaredariya navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê Jiyan Ormanli bi daxwaza “avêtina teqez a ji partiyê” şand desteya dîsîplînê.

03.07.2025, Per - 10:39

DEM Partiyê Hevseroka Şaredariya Silopiyayê şand dîsîplînê
Nuçe Belav bike

Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku wan Hevseroka Şaredariya navçeya Silopiyayê ya parêzgeha  Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Jiyan Ormanli bi daxwaza “avêtina teqez a ji partiyê” şandiye desteya dîsîplînê ya partiyê.

DEM Partiyê di daxuyaniya nivîskî de ragihand:

“Jiyan Ormanli li dijî sîstema hevserokatiyê helwesteke neyînî nîşan daye, çanda birêvebiriya hevbeş nepejirandiye, biryarên partiyê nas nekirine û nikariye daxwazên gel ên derbarê şaredariyê pêk bîne.”

Her wiha hat destnîşankirin ku kiryarên Jiyan Ormanliyê li gel polîtîkayên birêvebiriyên xwecihî yên DEM Partiyê hev nagirin.

Desteya Birêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê got:

“Jiyan Ormanli di dema hevserokatiya xwe ya şaredariyê de ji ber ku li dijî sîstema hevserokatiyê li ber xwe daye, li şûna çanda birêvebiriya hevbeş feraseteke xwenavendî pejirandiye, biryarên partiyê nas nekirine, di mijara şaredariyê de nikariye bersiva daxwaz û hêviyên gel bide û ji ber kiryarên wê yên ku bi polîtîkayên me yên birêvebiriyên xwecihî re li hev nakin, bi daxwaza avêtina teqez a ji partiyê sewqî Desteya Dîsîplînê ya Navendî ya DEM Partiyê hatiye kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî pêvajoya dîsîplînê bi dawî bibe dê hûrgilî û encam bi raya giştî re bên parvekirin.

Jiyan Ormanli kî ye?

Jiyan Ormanli sala 1990î li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ji dayîk bûye.

Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li navçeyê temam kiriye û ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê der çûye.

Demekê di Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) de xebitiye.

Ormanli di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de ji sedî 62yê dengan wergirtibûn û bi awayekî fermî wekî hevseroka şaredariyê hatibû hilbijartin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:43:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x