Artêşa Tirkiyê li Êlihê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç Zivistan-20 kir.

07.01.2023, Cts - 11:13

Artêşa Tirkiyê li Êlihê dest bi operasyoneke nû kir
Nuçe Belav bike

Operasyonên artêşa Tirkiyê bi hincetên cuda li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 7ê Çileya 2023an bi ragihand ku Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Êlihê bi beşdariya 650 serbaz, polîsên tevgera taybet, komando û gundparêzên ku ji 44 tîman pêk tên dest bi operasyoneke bi navê Eren Dorpêç Zivistan-20 kiriye.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew operayon bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li Êlihê daye destpêkirin û ragihandiye ku dê operasyonên wan di bin navê Eren Dorpêç Zivistan de bi pêdagirî berdewam bin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîllayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x