Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê Amedsporê ya bi hinceta Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Baroya Amedê ragihand, lêpirsîna derbarê lîstika Amedspor-Bursasporê de ya ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê di encama “kampanyaya lînçê ya cihêkarî û nefretê” de hatiye vekirin û diyar kir, ev ala hatiye bilindkirina aleke rewa û di çarçoveya destûra Iraqê de ye û “ne pêkan e ku kampanyaya lînçê ya ku ji bo alayeke rewa li qada giştî bê vekirin û lêpirsîn û desteserkirinê di encama vê de hatine destpêkirin bê qebûlkirin.”

26.09.2022, Pts - 11:05

Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê Amedsporê ya bi hinceta Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Baroya Amedê îro li ser bilindkirina Ala Kurdistanê di lîstika navbera Amedspor û Bursasporê de û lêpirsîna derbarê wê lîstikê de daxuyanî da û ragihand, “Di lîstika futbolê ya di navbera Amedspor û Bursasporê ya di 25.09.2022an da hat lîstin de, hat hînbûn ku ji ber ala Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ya ku ji teref hin temaşevanan ve li stanadn hatiye vekirin, derbarê gel de lêpirsîn hatiye destpêkirin û heta niha 3 kes hatine desteseririn. prosedurên desteserkirinê berdewam dikin.”

Baroya Amedê amaje bi belavbûna wêneyên bilindkirina Ala Kurdistanê li ser medyayên civakî dike û wek sedema destpêkirina lêpirsînê dibêje, “Kampanyaya lînçê ya cihêkarî û nefretê ku li ser medyaya civakî li ser dîmenên navborî û daxuyaniyên Parêzgariya Amedê û Wezareta Karên Navxweyî dabûn destpêkirin, bûn pêşengên lêpirsînê.”

Di daxuyaniya xwe de, Baroya Amedê diyar kiriye, ku ala li stadyumê hatiye bilindkirin, ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û destnîşan kiriye, “Em bi bîr tînin ku ala ku di dema pêşbirkê de hatiye vekirin, ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê destûra Iraqê ve hatiye naskirin. Ne pêkan e ku kampanyaya lînçê ya ku ji bo alayeke rewa li qada giştî bê vekirin û lêpirsîn û desteserkirinê di encama vê de hatine destpêkirin bê qebûlkirin.”

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Divê dev ji van polîtîkayên cihêkariyê yên ku di van salên dawî de gel ber bi kîn û dijminatiyê ve birin û têgihiştina bêtehamuliya li hemberî sembolên Kurdan, berdin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ew weke Baroya Amedê dê pêvajoyê bişopînin û tê diyarkirin, “Kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ku tu bingehê wê yê hiqûqî nîne de hatine desteserkirin, divê demildest bên berdan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x