Baroya Amedê raporek li ser bikaranîna madeyên hişbir belav kir

Baroya Amedê di raporeke xwe ya li ser rûbirûbûna madeyên hişbir de ragihand ku li Ameda Bakurê Kurdistanê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir ji sedî 100 zêde bûye.

16.09.2023, Cts - 08:33

Baroya Amedê raporek li ser bikaranîna madeyên hişbir belav kir
Nuçe Belav bike

Baroya Amedê ya Bakurê Kurdistanê roja înê li ser hesabê xwe yê tora civakî raporeke bi navê “Rûbirûbûna Bikaranîna Madeyan” belav kir.

Baroya Amedê di raporê de bal kişand ser zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişbir û tawanên madeyên hişbir ên li wê parêzgehê.

Di raporê de amarên bikaranîna madeyên hişbir ên salên 2020-2023yan cih digirin.

Baroya Amedê amaje bi wê yekê da, tevî ku di sala 2020ê de ji ber tedbîrên Coronayê rêjeya bikaranîn, bazirganî û berhemanîna madeyên hişbir bi awayekî giştî kêm xuya dike lê di wê salê de jî li gorî serdemên berê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye û 3 hezar û 230 tawanên bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine tomarkirin.

“Li Amedê di tawanên berhemanîn, bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûnek heye”

Baroya Amedê herwiha di raporê de bal kişand ser rêjeya doz û tawanên bikaranîna madeyên hişbir û parêzerên ku di wan dozan de hatine erkdarkirin û anî ziman:

“Li Amedê her sal di tawanên berhemanîn, bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûneke cidî heye.

Hejmara parêzerên ku ji ber wan dozan hatine erkdarkirin di sala 2020ê de 3 hezar û 230 bû, di 2021ê de 3 hezar û 846 bû û di 2022yan de jî bûye 4 hezar û 392 parêzer.

Her sal li gorî sala berê bi awayekî berdewam û cidî hejmara doz û karûbarên dadî yên di vê mijarê de zêde dibin.

Eger em balê bikşînin ser amaran li gorî sala 2020ê di sala 2021ê de ev rêje ji sedî 19 û di sala 2022yan de jî ji sedî 35 zêde bûye.”

“Di sala 2022yan de li gorî berî salekê ji sedî 100 zêdebûnek tê dîtin”

Di raporê de amaje bi zêdebûna doz û karûbarên yasayî yên ji ber madeyên hişbir ên derbarê zarokan de jî hatiye dayîn û hat gotin:

“Tomarên derbarê zarokên di bin 12 salî de, sala 2020ê 15 kes û 2021ê 8 kes bû lê sala 2022yan li ser 16 zarokan karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Tevî ku sala 2021ê kêmbûnek heye lê di 2022yan de li gorî berî salekê ji sedî 100 zêdebûnek tê dîtin.”

Baroya Amedê destnîşan kir ku amarên li ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir li Amedê heta 9ê Îlona 2023yan jî li gorî raporên salên borî bi aweyekî berdewam zêde dibin.

Baroya Amedê di beşa dawî ya rapora xwe de çend xalên rûbirûbûna madeyên hişbir û pêşniyar rêz kirine û li Amedê banga rûbirûbûneke bi bandor a madeyên hişbir li aliyên pêwendîdar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x