Baroya Diyarbekirê li ser topbarana gundê Perex yê navçeya Zaxoyê ya ji aliyê Artêşa Tirkiye ve, daxuyaniyek belav kir.
Baroya Diyarbekirê li ser topbarana gundê Perex yê navçeya Zaxoyê ya ji aliyê Artêşa Tirkiye ve, daxuyaniyek belav kir û sersaxî li malbatên qurbaniyan û Herêma Kurdistanê kir.
Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê bi bombebarana Artêşa Tirkiyê sivîlên ku di nav wan de zarok jî hebûn canê xwe ji dest dane.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Weke li Roboskê, dema mijar dibe Kurd hiqûqa navdewletî bê nirx dibe. Em sersaxiyê li malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane û Herêma Kurdistanê dikin.”
Baroya Diyarbekirê ragihandiye ku ew dê di warê hiqûqî de bûyerê bişopînin û diyar kir: “Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku dibin sedama canjidestdana sivîlan dê giliyên pêwîst bike û proseyeke bi bandor a hiqûqî bimeşîne.”