Çar partîyên Kurd bang kirin: 'Werin em Newrozê bi hev re pîroz bikin'"

18.03.2025, Sal - 13:07

Çar partîyên Kurd bang kirin: 'Werin em Newrozê bi hev re pîroz bikin'
Nuçe Belav bike

Partiyên Kurd yên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWK ragihandin ku ewê li Amedê, li Qada Şêx Seîd Newrozê pîroz bikin. Ji bo vê pîrozbaiyê hemû destûrên qanûnî hatine wergirtin. Van her çar partiyan bang li gelê Kurd kir ku di şeva Newrozê de bi meşaleyên xwe beşdarî pîrozbayiyê bibin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê van partiyan ve hatiye weşandin de, bang hat kirin ku werin û bi rêzdarî di şeva Newrozê de beşdar bibin.

Pîrozbahî wê roja 20.03.2025an, saet 20:00an li Qada Şêx Seîd a Amedê pêk were.

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWK di daxuyaniya xwe de balê kişandin ser girîngiya pîrozkirina vê cejnê û xwestin ku gel bi coş beşdarî vê çalakiyê bibe.

Roj: 20.03.2025

Saet: 20:00

Cîh: Qada Şêx Seîd / Amed

 

Vî nûçeyê tevayî: 876 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x