Desteserkiriyên Alaya Kurdistanê Tîmurtaş û Pîranî hatin berdan

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş, endamê CNKê Şerzan Kiliçaslan û Sekretere Giştî yê Tevgera Azadî Metîn Pîranî piştî çalakiya ji bo pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê li Amedê hatibûn desteserkirin, îro serbest hatin berdan.

20.12.2022, Sal - 16:35

Desteserkiriyên Alaya Kurdistanê Tîmurtaş û Pîranî hatin berdan
Nuçe Belav bike

Bi boneya 17ê Kanûnê Roja Alaya Kurdistanê li gelek bajarên ku Kurd lê dijîn û bi taybet li Herêma Kurdistanê şahî û çalakî tên lidarxistin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê îro li Qada Şêx Seîd a Amedê bi boneya Roja Ala Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Endamên CNKê Ala Kurdistanê bi balonan daliqandin û li ser Amedê firandin. Her wiha Ala Kurdistanê li gelek avahiyan hat daliqandin.

Piştî çalakiyê polîsan Berdevka CNKê Jiyan Timurtaş û Endamê CNKê Şêrzan Kiliçaslan li Xana Hasan Paşa ya Navçeya Sûrê ya Amedê desteser kirin.

Tîmûrtaş û Kiliçaslan îro ji bo edliyeyê hatin şandin. Piştî girtina îfadeyên wan ên li edliyêyê serbest hatin berdan.

Metîn Pîranî jî serbest hat berdan

Li Amedê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê roja Duşemê 19ê Kanûna 2022yan avêtin ser avahiyên partî û rêxistinên Kurdistanî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ( PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Hereketa Azadî. Di encamê de Sekretere Giştî yê Tevgera Azadî Metîn Pîranî hatibû desteserkirin.

Metîn Pîranî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew hatiye berdan û wiha got “

Dostên hêja, ez bistek berê saet di 17:00 de bi şertê qedexeya derketina derveyî welat serbest hatim berdan.

Spas ji bo her kesê ku di vê demê de destek û piştevaniyê kir.

Alaya Kurdistanê ne sûc e!

Helbestvan "Dildar" çiqas xweş gotiye

Zînduwa Qet Nanewê Alakaman.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x