Duyemîn rûniştina doza Narîn Guranê îro tê dîtin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê duyemîn rûniştina doza Narîn Gurana 8 salî îro tê dîtin û tê çaverêkirin ku dadgeh biryarekê bide.

26.12.2024, Per - 10:47

Duyemîn rûniştina doza Narîn Guranê îro tê dîtin
Nuçe Belav bike

Li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Amedê îro demjimêr 09:00an duyemîn rûniştina doza Narîn Guranê dest pê dike û Baroya Amedê bi 16 parêzeran beşdarî dozê dibe.

Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin, tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi kuştina zarokan a bihevkarî” tên tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê tê xwestin.

Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê 7ê Çiriya Paşîn a îsal dest pê kiribû û 3 rojan berdewam kiribû.

Dadgehê di wê rûniştinê de biryara berdewamiya girtina tohmetbaran dabû.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.

Li gorî rapora bijîşkiya dadî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 67 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x