Ev cara sêyemîn e gerên hevbeş ên Rûsya-Tirkiyê tên hilweşandin

Ji sala 2019an ve û piştî dagîrikirna Serê Kaniyê û Girê Spî, Tirkiyê û Rûsiya 119 gerên çavdêriyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê encam dane, biryar bû duh 120emîn gera hevbeş a herdu welatan li Kobanî bihata kirin, lê ew ger hat hilweşandin. Ev sêyemîn care ku gera Tirkiye û Rûsyayê ya hevbeş tê hilweşandin.

07.12.2022, Çar - 09:13

Ev cara sêyemîn e gerên hevbeş ên Rûsya-Tirkiyê tên hilweşandin
Nuçe Belav bike

Li gundewarê rojavayê Kobaniyê biryar bû roja Duşemê 5ê vê mehê, 120mîn gera hevbeş a hêzên Tirkiye û Rûsyayê, li gundên ser sînor, li rojavayê Kobaniyê bihata kirin. Lê ew ger wek gerên herdu heftiyên berê hat hilweşandin. Ev sêyemîn heftî ye ku gerên hevbeş ên herdu welatan tên hilweşandin.

Tora Meyayî ya Rûdawê, nêrîna hinek aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Kobanî derbarê hilweşandina gerên hevbeş de wergirt.

Endamê Polîtbûroya Partiya Pêşverû Mistefa Henîfî ji Rûdawê re got, ew bang li Rûsyayê dikin ku gerên wan bi tena serê xwe li Kobaniyê bên kirin.

Mistefa Henîfî dibêje: “Bi rastî xelk ji gerên Tirkiyê nerazî bûn. Gerên wan ji bo îstixbaratê bû, lê ev zêdeyî meheke ye nayên kirin. Piştî ku gerên wan rawestiyan, xelk dixwaze Rûs bi serê xwe dest bi geran bike. Eger Rûs bi balafir û otomobîlên xwe yên serbazî bi ser sînorên me re here, dê aramiyê peyda bike.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî û Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya Kobaniyê Ednan Bozan jî ji Rûdawê re derbarê heman mijarê de axivî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî Ednan Bozan got: “Piştî rêkevtinên di sala 2019an de yên di navbera Rûsya-Tirkiyê û Amerîka-Tirkiyê hatin kirin HSDê jî ew rêkeftin qebûl kiribûn. Li gor vê rêkeftinê gerên Tirkiyê ligel Rûsyayê li vê deverê hatin encamdan ka bizanin li herêmê çi heye û çi nîne. Mixabin PYDê ew hincet ji Tirkiyê re çêkirin ku derbasî herêmê bibe û bi sloganên PKKê xizmeteke belaş ji Tirkiyê kir.”

Piştî 119 gerên hevbeş li herêma Kobaniyê ku ya herî dawî roja 24ê Mijdarê hatibû kirin, ew ger hatine hilweşandin û gefên Tirkiyê tund bûne.

Lê tevî gef û topbaranê jî, li gundên dûrî sînor, cotyarên Kobanî jiyana xwe ya normal derbas dikin û bi çandiniya zeviyên xwe ve mijul in.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:01:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x