HAK-PAR: Divê Dewlet bi Jînosid/Qirqirina Dêrsîmê re rûqal bibe

Bi biryara Lijneya Wezîran a di 4ê Gulana 1937an de, li dijî (nişteciyên-gelê) Dêrsimê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û di van operasyonan de, bi deh hezaran Kurd/Elewî hatin qetilkirin.

04.05.2025, Paz - 12:40

HAK-PAR: Divê Dewlet bi Jînosid/Qirqirina Dêrsîmê re rûqal bibe
Nuçe Belav bike

Îro salvegera Qirkirina Dêrsimê ye kû 88 berê pêk hatibû.

Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û yên ku komkujî pêk anîne şermezar dikin.

Weke ku tê zanîn bi biryara Lijneya Wezîran a di 4ê Gulana 1937an de, li dijî (nişteciyên-gelê) Dêrsimê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û di van operasyonan de, bi deh hezaran Kurd/Elewî hatin qetilkirin. Operasyonên leşkerî di sala 1938’an de berdewam kirin. Yên ku ji qetlîamê (komkujiyê) xilas/rizgar bûn jî bi darê zorê hatin sirgûnkirin û erdnîgariya Dêrsimê bi giranî (giştî) hat valakirin.
Di 15’ê Mijdara 1937’an de, hemû rêgez û qanûnên wê deme hatin bin pê kırın û rayaderê Dêrsimê Seyît Riza (74 salî), kurê wî Reşik Huseyîn (16 salî) û kesên pê re li Qada Buğdayê ya Elezîzê hatin îdamkirin.
Tê diyarkirin ku Di Qirkirina Dêrsimê ya di salên 1937-38’an de pêk hat de; li gorî daneyên di çavkaniyên fermî de hatine tomarkirin, jin û zarok jî di nav de 13 hezar û 806 Kurdên Dêrsimî/Elewî li gorî çavkaniyên herêmî jî 50 hezar heta 100 hezar Kurd/Elewî hatine qetilkirin.

Yek ji Tawanên dijî pîvanên mirovî, di serdema ku ew komkujiya Dersîmê pêk hat de, li dijî keçikên Dersîmê hatiye kirin û keçik wek zirkeç dane malbatên ku nas nedikirin.
Ê İro ew buyera ku bi navê “Keççikên Winda yên Dêrsimî” tê zanîn, buyera keçikên ciwan û biçûk ên wê demê yên Dersîmî ne ku ji malbatên xwe hatin stendin û wek zirkeç ji bo malbatên ku nas nedikirin hatine dayîn.
Ev rastî birîneke din a komkujiya Dêrsimê ye kû hejî xwîn jê diherike.

Tişta ku li Dêrsimê qewimî, di çarçoveya "Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcê Komkujiyê" de ku di sala 1948'an de; ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat  pejirandin de, sûcê qirkirinê ye.

Sala 2011an de, serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ger li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin, literatûreke wiha hebe ezê lêborînê bixwazim û lêborînê dixwazim", lê heta niha tu gavên berbiçav nehatine avêtin.

Wek HAK PAR; Em îro li gel wan kesên ku di wê serdemê de jiyan kirine re ne.

Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên amade kirin,ü ew komkujî û qirkirin wek jenosîd bê naskirin, lêborîn bê xwestin, çareseriyên dadmendî û telafi kirinên mirovî ben cîbicî kirin.

Dêrsim di nav de, Divê hemû navên ku hatine guhertin bên vegerandin.

Divê arşîvên dewletê yên li ser hemû komkujî û sirgûnan, bi taybetî jî Qirkirina Dêrsimê ji raya giştî re bên vekirin û aşkere kirin, rêzdariya/îtîbara  Seyît Riza û hevalên wî li wan bê vegerandin û gorên wan bên eşkere kirin.

Divê aqûbeta keçên ku bi navê “Keçên Winda yên Dêrsimî” tên binavkirin bê ravekirin û ê kû li jiyanêne ji bo kû bi malbatên xwera bên cem hev gavên pêwîst bên avêtin. 

Vî nûçeyê tevayî: 113 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:02:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x