Di ser 4’ê Gulana 1937’an ku lijneya Wezîran biryara destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Dêrsimê da û komkujî dest pê kir 88 sal derbas bûn.
Heyeta HAK-PARê ku ji endamê PM a HAK-PARê Gökhan Tarhan, Hanifi Eren, Serokê Parêzgeha Diyarbekirê Mustafa Okumuş, endamên komîsyona jinan Berîn Eren û Rojda Eren, serokê berê yê parêzgehê Vasıf Kahraman û rêveberên parêzgehê Selahattîn Yalçin û Neşat Güneş li Dersimê çalakî li dar xist.
Çalakî li Qada Seyît Riza bi pêxistina mûma dest pê kir, yek ji şahidên qetlîama Dêrsimê Mûsa Tekîn ê kû li Marçikê nîştecihbuye û temenê wî 101-102 salî ye ziyaret kir.
Bapîr Mûsa Tekîn dibêje ku ew di dema komkujiyê de 10-12 salî bûye û komkujiyê weke bahozeke ku bi operasyona li dijî eşîra Demenan destpêkiriye bi nav dike. "Deman leheng bûn, lê îxanet li wan hat kirin, di nava eşîrê de xayîn hebûn" û bi rondikên çavên xwe komkujî bi kurtasî wiha binav dike: "Genimê dirûn û endamên malbatê tevi hev şewitandin, ji malbatê tû kes xilas nebûn."
Gora Bego Polat ê di salên 1937'an de di bin terma de ma û ji qetlîamê rizgar bû û mehek berê jiyana xwe ji dest da hat ziyaretkirin, mûm hatin pêxistin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û niyaz hatin belavkirin.
Jê pêda Sabriye Aslan a kû ji gundê 17 malî de tene ew sax xilas bû, hat ziyaretkirin. Dapîr Sabriye ku di 10 saliya xwe de ji komkujiyê direve û deste wê dişkê û hê jî şopa destê wê ya şikestiye xuyaye, bi kurtasî komkujî wiha tîne ziman "Kurd mirovên birûmet û bi hurmet in, dem pir xerab bûn, gelek zalim bûn û li kurda gelek tehde kirin."
Şopa felaketa mezin li ser rûyê şahidên dawîn tê xwendin û birîn hîn teze ne û ji birîna xwîn diherike.