HAK PARê, 'Roja Jinên Cîhanê' pîroz kir

Partiya Maf û Azadiyê (HAK PAR), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê Cihanê daxûyanîyek nivîskî weşand.

07.03.2024, Per - 18:58

HAK PARê, 'Roja Jinên Cîhanê' pîroz kir
Nuçe Belav bike

Partiya Maf û Azadiyê (HAK PAR) bi daxûyanîyek nivîskî 8ê Adar Roja Jinên Cîhanê û jinên Kurd pîroz kir. Di daxûyanîya HAK PARê de ev gotin cih girtin:

JI ÇAPEMENIYÊ Û GIŞTÎ RE

Dîroka mirovahiyê di heman demê de dîroka têkoşîna li dijî newekheviyan e. Têkoşîna herî demdirêj a di dîroka mirovahiyê de, têkoşîna jinê ya ji bo bidestxistina mafên wekhev ên bi mêran re ye, ku ji serdema bavkanî/patriarkal heta roja îro didome. Jin dixwazin mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî bi azadî bi kar bînin.

Di cîhana pêşveçûyî/medenî de welatên ku di encama têkoşîna jina de destkeftiyên girîng bi dest xistine hene, lê welatên xwedî zihniyeta paşverû ku tê de; Jin, wekî çîna duyemîn têne hesibandin û jinan wek erkê îtaet kirinê dibînin hene. Mixabin jinên ku piştgirîya vê zîhniyetê dikin jî hene.

Sedema ku di sala 1977'an de, ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve; 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat qebûlkirin, encamdana têkoşîna jinan e. Jinan di 8'ê Adara 1857'an de li kargeheke tekstîlê ya li New Yorkê, ji bo muçeyên wan jî, bi awayekî wekhevî wek mûçeyên mêran bên dayîn dest bi grêvê kirin Bi desteka polîsan, kargeh ji bo şikandina têkoşîna jinan bi astengiyan hat dorpêçkirin û di encama şewata ku li kargehê derket de 120 karkerên jin şewitîn. Bi boneya bîranîna vê rojê 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate qebûlkirin.

Partiya me “Partiya Maf û Azadiyan” jî di her şert û mercî de wekheviya jin û mêr diparêze û cudagirtin û tundiya li ser jinan weke sûcên dîsîplînê dibîne.

Em wek jinên HAK-PAR’ê di wê baweriyê de ne ku li dijî tundî û cudagirtinê ku bi taybetî jinên Kurd gelek caran rastî wan tên, pêwîstiya têkoşînê bi hev re heye.

Zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin, zimanê kurdî di hemû platformên fermî de - li meclîsê û li saziyên fermî - li ber çavan nayê girtin û bi zextan re rûbirû ye.

Têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, taybet jinên Kurd, bi têkoşîna hevpar û xurtkirina hevgirtinê digihêje serkeftinê.

Bijî Têkoşîna Jinan a Ji bo Wekheviyê

Bijî têkoşîn û hevgirtina jinên Kurd

Têkoşîna jinan wê rojekê vê newekheviya şermê ji holê rake.

Bijî HAK-PAR

08.03.2024

PARTIYA MAF Û AZADÎ

DESTEYA JINAN

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x