Hejmara qurbaniyên şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de zêde bû

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, eşkere kir ku hejmara miriyên şewata şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de gehişt 11 kesan û yên ku ji wê şewatê tesîr dîtîn jî 78 kes in.

21.06.2024, Cum - 16:51

Hejmara qurbaniyên şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de zêde bû
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser malpera xwe ya civakî daxuyaniyek li ser şewata Diyarbekir û Mêrdînê parve kir û wiha got:

“Di şewata duh bi şev a li navçeya Çinar a Diyarbekirê û Şemrexa navçeya Mêrdînê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 78 kes jî birîndar bûn û bi tesîra şewatê mexdûr bûn.

Ji bo kesên jiyana xwe ji dest daye rehmeta Xwedê û ji birîndaran re jî silmetiyê dixwazim.

Li Diyarbekirê 5 nexweş di rewşa giran de ne û 4 ji wan jî întubasyon in. Li Rihayê jî 1 nexweş tedawiya întubasyonê dibîne. Bi giştî hejmara nexweşên ku li nexweşxaneyên me tên dermankirin gehiştiye 6 kesan.

Ji ber şewatan ji Diyarbekirê 24 Ambulans û 3 Ekîbên UMKEyê û ji Mêrdînê jî 15 Ambulans û 4 Ekîbên UMKEyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Weke ku tê zanîn şewat ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ve hatiye vemirandin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.’’

 

Vî nûçeyê tevayî: 112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x