Helwesta Cîgirê Serokê HUDPARê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Mehmet Huseyin Yilmaz nerazîbûn li hemberî desteserkirina civanên di lîstika Amedspor-Bursasporê Alaya Kurdistanê bilind kiribûn, nîşan dan û got: “Bilindkirina Ala Herêma Kurdistana Federe ne sûc e.”

27.09.2022, Sal - 10:19

Helwesta Cîgirê Serokê HUDPARê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek ciwanan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin. Piştî lîstikê 5 ciwan ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Mehmet Huseyin Yilmaz jî nûçeya Rûdawê ya derbarê desteserkirina ciwanan de twît kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Mehmet Huseyin Yilmaz li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsandiye; “Çawa bilindkirina û hilgirtina ala ti dewletekê ne sûc e, bi heman awayî bilindkirina û hilgirtina Ala Herêma Kurdistana Federe jî ne sûc e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:39:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x