Serok Barzanî û Ahmet Davutoglu civiyan

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu qebûl kir û li ser pêvajoya nû axivîn.

23.05.2025, Cum - 10:44

Serok Barzanî û Ahmet Davutoglu civiyan
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û şandeya pê re qebûl kirin.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Barzanî û Ahmet Davutoglu daxuyaniyek belav kir.

Baregehê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Wan ronahî xist ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û wekî gaveke girîng û dîrokî hat pênasekirin.”

Baregehê da zanîn ku her du aliyan ji bo gihîştina pêvajoya aştiyê tekezî li ser pêwîstiya pêbendiya hemû aliyan kir.

Di civînê de Davutoglu ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê û rola wî spasiya Serok Barzanî kiriye.

Hat ragihandin ku pêşhat û guherînên dawiyê yên li herêmê bi giştî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 90 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:07:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x