Mesrûr Barzanî: Hemû peymanên gaz û petrolê yasayî ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê peymênên gaz û petrolê got: "Hemû peymanên me yasayî ne û sûda wan ji bo tevahiya Îraq û Herêma Kurdistanê heye.

23.05.2025, Cum - 10:42

Mesrûr Barzanî: Hemû peymanên gaz û petrolê yasayî ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê di panelekê de axivî.

Panel ji aliyê nivîskar û rojnameger Amberîn Zamanê ve hat birêvebirin.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Mihemed Şiya Sûdanî wekî Serokwezîrê Îraqê berdewam be li karê xwe û bi heman çavî li xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê binêre."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku federalîzm sîstema herî baş e ji bo Îraqê lê bi temamî nehatiye bicihkirin û pêwîst e rêz li federalîzmê were girtin."

Mesrûr Barzanî li ser serdana xwe û pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê got, “Em hevpeymanê serbilind û dostê Amerîkayê ne. Rast bêjim, em pir piştgiriya siyaseta îdareya Serok Trump û biryarên wî yên ji bo bi pêşxistina aştî, pêşketin û bextewariyê li beşên cuda yên cîhanê dikin. Ji ber vê jî em li vir in, em li vir in ku em piştrast bikin ku Kurdistan ne tenê di rûbirûbûna terorê de bi hevpeymanên xwe re baş e lê her wiha amade ye ku bi hevpeymanên xwe re bingehekê ava bike ku em karibin xizmetî gelê xwe û her wiha hilberînerên Amerîkayî bikin ku amade ne werin Kurdistanê. Ev rewşeke sûd-bi-sûd e ji bo hemû kesî. Belê, em hest bi pêşwaziyê dikin, em hest bi wê piştgiriyê dikin ku li vir li Washingtonê heye, em pir serbilind in bi vê pêwendiyê.”

Daqê Panela Mesrûr Barzanî û Amberîn Zemanê wisa ye:

Ambern Zaman: Baş e, em tenê dê nîv saetê qise bikin û ez dê 3 pirsan ji we dikim. Em gelekî kêfxweş in ku hûn bi ajendayeke erênî li vir in, ji ber ku piranî caran behsa şer û wê yekê tê kirin ku Kurd çawa dikare alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergire ji bo rûbirûbûna dijminê hevbeş. We çend peymênên mezin îmze kirine, bêgûman ev pêwendiyeke nêzîk bi projeya we re heye ku Projeya Ronakiyê ye, ji bo dabînkirina karebaya 24 saetî ji bo Herêma Kurdistanê.

Bi rastî ez pir jê dilxweş im, ji ber ku ez hinekî bêzar bûbûm ji wê yekê ku di asansoran de asê bimînim lê ev projeya dabînkirina karebaya 24 saetî, bêgûman, gelekî pêwendîdar e bi ajendaya we ji bo rûbirûbûna geşkirina Kurdistanê û lêdana li van berjewendiyên taybet ku bêgûman ew ê ku pê tê gotin "mafyaya hilberîneran jî" vedihewîne. Birêz Serokwezîr hûn dikarin hinekî behsa astengî û sûdên vê projeyê ji me re bikin?

Mesrûr Barzanî: Pêşî spas dikim Amberin, kêfxweş im ku li vir im, ji kerema xwe destûr bidin spasiya Birêz Wezîrê Enerjiyê bikim ku îro li gel me ye û spasiya hemû beşdaran jî dikim. Bêgûman pirsa we gelekî girîng e, ev yek ji xizmetguzariyên sereke ye ku hemû gel şayenî wê yekê ku hebe, ew jî kareba ye. Bêgûman ev pirsgirêkeke gelekî kevn e ku gelê me ji ber wê dinal e, me di van demên dawî de destê xwe ji bo hinek çaksaziyan dirêj kiriye, yek ji wan dabînkirina vê Projeyê Ronakiyê ye ku manayê wê dabînkirina karebaya 24 saetî ye ji bo hemû Kurdistanê. Ez gelekî dilxweş im ku gelekî baş dixebite, ber bi pêş ve diçe û gav hatine avêtin. Niha em ji bo bajarên sereke dabîn dikin. Ji beşdaran re radigihînim ku heta dawiya vê salê li hemû bajêrên me yên mezin karebaya 24 saetî tê dabînkirin û heta dawiya sala bê hêviya me wisa ye ku karebaya hemû Kurdistanê bibe 24 saetî.

Bêgûman, ji ber nebûna çavkaniya pêwîst, karebaya pêwîstman nebû ji bo dabînkirinê, ji ber vê piraniya hilberîneran ji bo dagirtina wê valahiyê dihatin. Bêgûman, mebesta min ew e, ew hewayê pîs dikir. Deng û bazneya gelekî mezin hebû, hinek caran hinek pirsgirêk, xelk dibû du faktûr bidin, kareba dihat û diçû, diguhert. Demeke gelekî hêsan nebû ji bo gelê me. Ji ber vê di vê projeyê de, hewl didin yekem tişt, karebaya 24 saetî dabîn bikin û ji bo ji sedî 80yê xelkê Kurdistanê erzan dibe. Tenê ew kesên ku dixwazin enerjiya zêdetir bikar bînin, wê demê divê berpirsyar bin ji kirdarên xwe. Eger ne, faktorek erzan dibe ji bo xelkê. Armanca me ne tenê dabînkirina karebayê ye ji bo herêma me lê dizanin ku hemû welat, hemû Îraq û herêmê, kêmasiya karebayê hene. Ji bo hilberîna çavkaniya zêde, gaza me ya zêde heye. Her ji ber vê yekê ez gelekî şanaziyê dikim ku di van demên dawî de me du peymênên girîng bi du kumpanyayên Amerîkayê re îmze kir ku zêdetir ji 15 salan e li Kurdistanê kar dikin. Ev alîkar dibe ji bo hilberîna gaza zêdetir ku di bingehê de karebaya zêde ji bo hemû kesî hildiberîne. Li gorî min divê ev bên kirin û temaşeyî gelê xwe bikin û hewl bidin xizmeta zêde ji xelkê xwe re dabîn bikin.

Amberin Zaman: Wate ew tiştê ku hûn behsa wê dikin di bingehê de rewşeke veguhastinê ye ji bo hemû Îraqê lê wekî ku di panelên berê de amaje pê hat kirin, careke din berxwedaneke ji aliyê Bexdayê ve ji bo vê yekê heye (Astengiyan derdixe), heta behsa wê jî tê kirin ku dosyeya yasayî ya nû li Bexdayê tê meşandin ji bo rakirina van peymanan. Bi lêberçavgirtina wê yekê ku tevî hemû peywiran kêm tişt li Bexdayê guhertiye. Ma hûn hest dikin Serokwezîr Sûdanî hêjayî piştgiriya we ye di hilbijartinên paşerojê yên Îraqê de ku Çiriya Paşîn?

Mesrûr Barzanî: Bila em balê bikişînin ser wê nirxandinê ku ji Bexdayê tê. Bi min wisa xuya dike ku divabû li hêviya wan bimana heta ku zanibin wateya wan çi ye. Ev peyman e ku bi rastî xizmeta hemû welatiyan dike. Xizmetê dike û sûdmend dibe ji bo gelê Îraqê bi giştî. Tenê ji bo gelê Kurd nîne li Kurdistanê. Wate ev peyman e ku hemû çaverêya wê dikin, ji ber ku karebaya zêdetir ji bo xelkê berhem tîne. Bo çi dijî bisekine? We behsa yasayîbûna van peymanan kir? Baş e, ewan bi tevahî yasayî ne, ji ber ku ev du kompanya di warên cûda de li Kurdistanê kar dikin û peymanên wan hatine dadgehê û 3 caran dadgehê li Bexdayê li berjewendiya peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolî yên navneteweyî biryar daye. Wate dirêjkirina warên wan û karên wan li Kurdistanê bi tevahî yasayî ye. Di rastiyê de, destûrê maf daye Herêma Kurdistanê ku peymanên zêdetir bike li wan deverên ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne. Wate bi tevahî destûrî ye, yasayî ye û her nakokiyek yan her biryar û nirxandineke dijî van peymanan tenê nirxandinên siyasî ne û ne tiştekî din in. Bêguman, dizanin, em dixwazin welatekî me yê avakirî hebe. Em dixwazin serokwezîrekî, hikûmetekî hebe ku rêzê li destûrê bigire. Me rêzeke zêde ji bo Serokwezîr Sûdanî heye. Hêvîdar in ku wekî serokwezîrê hemû Îraqê berdewam be di xebatên xwe de û bi heman şêweyê temaşeyî Îraqê û Herêma Kurdistanê bike. Bêguman, her serokwezîrekî ku xizmeta hemû welatiyan bike hêjayî piştgiriya gelê Îraqê ye.

Amberin Zaman: Baş e, ma (Sûdanî) ji pişt deriyên girtî ve tiştekî cudatir dibêje? Ma dibêje, ‘temaşe bike, ez bi rastî dixwazim vê bikim, vekirina boriya petrolê lê destê min bi filan û fîsarê ve girêdayî ye?’ Ma ew cure guftûgoyên wî hene? Amerîka li ku dikare bi şêweyekî avaker ji bo alîkariyê di vekirina vê girêkê de rol wergire?

Mesrûr Barzanî: Na, me her tim guftûgoyeke gelekî baş li gel serokwezîr heye. Wî her tim amadebûna xwe ji bo piştgiriyê nîşan daye.

Amberin Zaman: Hûn dîplomatekî gelekî jêhatî yî. Baş e, em diçin ser wê yekê ku min got, dizanin, em qet behsa şerî nakin lê li Sûriyeya cîran, hikûmeteke nû heye û hîn jî pirsgirêka DAIŞê heye. Ma hûn bawer dikin ku ev hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku ji aliyê kesekî ve serkirdayetiya wê tê kirin ku bi awayekî pêwendiyeke jî jî li gel DAIŞê hebûye. Di vê qonaxê de li welatê wî hîn gelekî pevçûn heye û valahiyeke mezin a ewlehiya heye. Hûn bawer dikin ku hikûmeta wî vê pirsgirêkê kontrol bike û di paşerojê de ji hevkariya bi HSD û koalîsyona Amerîkayê re bike û sûdê sûdê wergire? Her wiha têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bike?

Mesrûr Barzanî: Bêguman Sûriye bi çend qonaxên dijwar de derbas dibe û serdemeke nû ye ji bo gelê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê. Hemû aktorên herêmê paşeroja Sûriyeyê dizanin. Li gorî min jî wisa xuya dike ev rejimê jî hêjayî derfetekê ye wekî ku Serokê Trump di serdana xwe de Serok Ehmned Şer dît û erkê rakirina cezayan da ne tenê ji aliyê Amerîkayiyan ve lê ji aliyê Ewropayiyan ve jî; dîtîn ku pir ji welatên herêmê jî, peywira alîkariya wan daye eger rejima Şamê amadeyê rastî astengiyên be. Li gorî wisa xuya dike hemû hêjayî wê derfetê ne ji bo ku bibînin encam çi dibe. Tişta baş ji hemû alî ve tê bihîstin û dizanin ku asan nîne. Welatê wî hîn bi başî nehatiye kontrolkirin. Hîn gelek aliyên cuda hene. Hîn gelek pirsgirêk derbarê hikûmeta paşerojê ya Sûriyeyê hene. Em hêvîdar in di dawiyê de gelê Sûriyeyê hemû pêk ve kom bibin. Hilbijartinakê pêk bînin û destûreke wan hebe ku rêzê li mafên hemû grup û pêkhate û kêminayan bigire, çi Kurd bin yan Durzî û Erebên din ên li Sûriyeyê ne. Ev biryarek e gelê Sûriyeyê divê bide. Bi baweriya min dema dibînim ku her demê gelê Sûriyeyê biryar daye û li ser pêkhateyekê li hev kiriye ku guncaw be ji bo wan, bêguman, em piştgiriya wan dikin. Ew cîranên me ne û em dixwazin aştî û pêşkeftin li herêma me bi pêş bikeve ku di dawiyê de sûda wê ji bo me hemûyan dibe.

Amberin Zaman: We behsa çêkirina modeleke nû li Sûriyeyê kir û modeleke me heye ku Îraq, pêgeha federaliyê daye Kurdan; her wiha em dizanin ku serokê demkî yê Sûriyeyê wisa xuya dike li ser sîstemeke yekgirtî ya navendî pir sor e. Gelo hûn difikirin ku ew ji bo Sûriyeyê rastî ye? Her wiha em dizanin ku bavê we, Mesûd Barzanî, roleke gelekî girîng di komkirina komên nakok ên Kurdên Sûriyeyê de lîstiye da ku bi yekgirtî biçin Şamê û hewl bidin baştirîn peymanê ji bo xwe bi dest bixin. Gelo baweriya we ew e ku hêviyeke ji bo cureyekî modeleke zêdetir nenavendî ji bo Sûriyeyê heye ku bi mînaka min rastî diyar e? Gelo baweriya we ew e ku aktorên herêmî, bi taybetî Tirkiye ku wisa diyar e bandoreke gelekî mezin li ser Sûriyeyê heye, l igel vê de dibin?

Mesrûr Barzanî: Temaşe bike, bila destpêkê temaşeyî Îraqê bikin. Me sîstemeke federalî heye li Îraqê lê federalî tenê mûrekkeba ser kaxezê nîne. Federalî hewcedarî bicîhkirinê ye bi wî awayî ku divê. Bêguman, îro li Îraqê me kêmasî hene di bicîhkirina destûrê de. Li gorî min federalî tişteke ku em jê bawer dikin û baştirîn sîstem dibe ji bo Îraqê. Di sala 2005an de, zêdetirî gelê Îraqê deng dan û destûr pejirandin. Lewma ev sîstemeke ku soz hatibû dayîn. Her çend hîn astengî hene, ne ji ber ku federalî xerab e lê ji ber ku federalî bi tevahî bicîh nekirin. Ji ber vê gelekî girîng e ku dema sîstema te heye, rêz li sîstemê were girtin. Ev ew e ku em ji bo Îraqê dixwazin. Niha, ji bo Sûriyeyê, hûn bi tevahî rast dibêjin. Serok Barzanî her du aliyên Kurdên Sûriyeyê bang kirin Hewlêrê; ji bo yekgirtina her du aliyan û wî ew teşwîq kirin ku pêkve kom bibin. Ez wisa bawer dikim ku eniyeke yekgirtî ya Kurdî li Sûriyeyê gelekî alîkar dibe. Hêz dide wan di dan û standinên bi Şamê ji bo misogerkirana mafên wan lê bêguman ew biryara wan e çi cure modelekê dixwazin li gel Şamê dan û standin li ser bikin û çi cure peyman dixwazin li gel Şamê hebin. Em dixwazin bibînin rêz li mafên Kurdan tê girtin û bêguman li dema dan û standinan baweriya me ew e ku digihêjin sîstemekê ku ji bo hemûyan guncav be. Li ser meseleya cîranên Sûriyeyê, heta niha dîtina me ew e ku nakokî kêm bûne û hemû kes li derfetekê digerin an amade ne li wê derfetê temaşe bikin ji bo Sûriyeyê ku her ji nava toz û xerabiyê raweste lê her wiha geş bibe.

Amberin Zaman:Wisa em li vir in li Washingtonê ne û dixwazim pirseke ji we bikim derbarê daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Amerêkayê Marco Rubio yên li ser Kurdistanê, ku parastina xweseriya Kurdan çi qasî girîng e. Gelo hûn hest dikin ku di serdema birêvebiriya Trump de guherînek di pêwendiyên di navbera Amerîka Kurdistanê heye?

Mesrûr Barzanî: Spasiya me ji bo daxuyaniyên Wezîr (Marco) Rubio heye. Ji me re pir girîng bû ku em vê daxuyaniyê ji Amerîkayê bibihîzin ku em wekî nêzîktirîn hevpeymanê xwe dizanin. Em hevpeymanê serbilind û dostê Amerîkayê ne. Rast bêjim, em pir piştgiriya siyaseta îdareya Serok Trump û biryarên wî yên ji bo bi pêşxistina aştî, pêşketin û bextewariyê li beşên cuda yên cîhanê dikin. Ji ber vê jî em li vir in, em li vir in ku em piştrast bikin ku Kurdistan ne tenê di rûbirûbûna terorê de bi hevpeymanên xwe re baş e lê her wiha amade ye ku bi hevpeymanên xwe re bingehekê ava bike ku em karibin xizmetî gelê xwe û her wiha hilberînerên Amerîkayî bikin ku amade ne werin Kurdistanê. Ev rewşeke sûd-bi-sûd e ji bo hemû kesî. Belê, em hest bi pêşwaziyê dikin, em hest bi wê piştgiriyê dikin ku li vir li Washingtonê heye, em pir serbilind in bi vê pêwendiyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x