Serokê Rûsyayê ragihand, biryar hatiye dayîn ku li ser sînorê Ukraynayê herêmeke tampon a ewlehiyê were avakirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civînekê de bi endamên Hikûmeta Rûsyayê re da zanîn ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê li ser sînorê bi Ukraynayê re herêmeke tampon a ewlehiyê ava dikin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got:
“Herêmên Kursk, Bryansk û Belgorodê ji ber topbarana dijmin gelek zerer dîtiye.
Ji bilî vê, hêzên Ukraynî hedefên ku ti girîngiya wan a leşkerî nîne hildibijêre.
Biryar hatiye dayîn ku li ser sînorê bi Ukraynayê re herêmeke tampon a ewlehiyê were avakirin.
Hêzên me yên çekdar niha vê erkê pêk tînin.”
Vladimir Putin doh cara yekem piştî bidestxistina devera Kurskê çû serdana herêmê.