Di daxuyaniya nivîskî ya Lîwayên Hizbullahê de ji parlamentoya Iraqê tê xwestin ku biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derbixe.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rêkevtina stratejîk a ligel Amerîkayê hate kirin, bi awayeke zelal hate binpêkirin. Divê ew rêkevtin were hilweşandin."
Hizbillaha Iraqê bal kişand di vê civîna awarte a parlamentoya Iraqê de ku biryara îro bê encamdan û dibêje: “Em xwe li benda îradeya ji civîna parlamentoyê derbikevin bigirin. Em hêvî dikin ku biryara were girtin rûmeta zarokên me yên ku xwîna ji aliyê devleta teror ve hate rijandin biparêze.”
Lîwayên Hizbullahê herwiha gef li Kurdan xwar ku eger piştgiriya mana hêzên Amerîkayê li Iraqê bikin, dê rêya Bexdayê ji wan re bigirin û radigihîne ku “beşek ji Kurdan dixwaze hêzên Amerîkî” li Iraqê bimînin.
Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, Ebu Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke din a berpirsên Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê, aliyên Şîe projeyasayek amade kirine bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê.
Parlamentoya Iraqê civîneke awarte saz dike û mijara derxistina hêzên Amerîkî ji wî welatî di rojeva parlamentoyê de ye.
Parlamentoya Iraqê li ser projeyasaya derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê dicive.