Ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku îro Duşemê li Amed û 7 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare û egera lehiyê heye.

24.04.2023, Pts - 06:06

Ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Mûş û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û divê li beramber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha li parêzgehên Ordu, Giresun û Tokat ên Tirkiyê jî îşev barîna baranê destpê dike û tê pêşbînîkirin pileya germê di navbera 2 heta 4 pileyan zêde bibe.

Li gor pêşbîniya saziya navborî li seranserê Tirkiyê bo dema 2 rojan baran dibare û tê çaverêkirin li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê dakeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:02:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x