Ji Metîn Pîranî banga Alaya Kurdistanê: Lê xwedî derkevin!

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ku piştî bilindkirina Alaya Kurdistanê di ofîsa tevgera xwe de bû hedefa êrîşan û piştî desteserkirinê hat berdan, got, “Ez bang li hemû rayedarên Bakurê Kurdistanê, xelk û dilsozên kesên Kurd dikim bê tirs Alaya Kurdistanê bilind bikin, li alaya xwe xwedî derkevin, ji ber ku ev mîrata hemû şehîdên Kurdistanê ye.”

22.12.2022, Per - 05:38

Ji Metîn Pîranî banga Alaya Kurdistanê: Lê xwedî derkevin!
Nuçe Belav bike

Li Amed a Bakurê Kurdistanê 19ê Berfanbara 2022an polîsan avêtin ser navenda 3 partiyên Kurdistanî û li avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Hereketa Azadiyê demeke dirêj lêkolîn kirin.

Piştî lêkolînên ku demeke dirêj girtibû li avahiyên van partiyan Alayên Kurdistanê û gelek pirtûk hatin birin.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî piştî nîvro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû ku ew têye desteserkirin.

Pîranî yê piştî rojekê hat berdan got, “Hevalên hêja, ez berî demekê bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hatim berdan. Ez spasiya hemû kesên ku di vê demê de piştgirî dan, dikim. Alaya Kurdistanê ne tawan e! Helbestvan çiqas xweş gotiye, Zindûwe Qet Nanewê Alakeman.”

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî yê ku îro Çarşemê ji Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû, li ser pêvajoyê çend nirxandin kirin.

"Ew li sedemekê digeriyan lê nikaribûn bibînin"

Pîranî da zanîn ku sedema desteserkirina wî bilindkirina Alaya Kurdistanê ye û got, “Ew hatin avahiya me û lêgerîneke giştî kirin. Sedem jî ew bû ku “Alaya Kurdistanê qedexe bû”. Bi awayekî fermî ji ber ku di destê wan de tiştekî yasayî tûnebû, nedikaribûn tiştekî bikin.”

Pîranî got, “Piştî ku Hereketa Azadî, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê, Alaya Kurdistanê daliqandin, li Tirkiyê di medyaya civakî de nerehetiyeke mezin çêbû. Hin rojnamevanên nijadperest em kirin hedef û gilî kirin. Li ser vê yekê dozger û polîs hatin û bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê lêgerîn kirin.”

Pîranî diyar kir ku ji bo girtina wan li sedemekê digeriyan lê nedidîtin û anî ziman, “Dixwestin wêneyên Serok Barzanî û Şêx Seîd û yên din bikin sedem.”

Pîranî diyar kir di lêpirsînê de gotin, “Tu damezrînerê rêxistineke terorî yî”. Min jî pirsî; çawa ez damezrînerê rêxistineke terorîstim, gotin, di destê me de tiştek tune ye, bes dozger wisa xwestiye, em jî li ser vê dixwazin îdiayekê binivîsin. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî şaş mabûn. Ew jî dizanin Alaya Kurdistana pîroz dema rayedarên Tirkiyê diçine Başûrê Kurdistanê an jî rayedarên Başûrê Kurdistanê serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikin ev ala wek alayeke fermî tê daliqandin.”

"Gel zêdetir li ala xwe xwedî derdikeve"

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî diyar kir ku qedexeya derketina derveyî welêt dane wî û doz dê bidome.

Metîn Pîranî got, “Ez bang li hemû rayedarên Bakurê Kurdistanê, xelk û dilsozên kesên Kurd dikim bê tirs Alaya Kurdistanê bilind bikin, li alaya xwe xwedî derkevin, ji ber ku ev mîrata hemû şehîdên Kurdistanê ye.”

Metîn Pîranî her wiha anî ziman “Di nav xelkê Bakurê Kurdistanê de roj bi roj hestên neteweperestiyê û Kurdperweriyê belav dibe. Em dibînin gelê Bakurê Kurdistanê zêdetir xwedî li alaya xwe derdikevin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x