Li Amedê pevçûna bi çek, kevir û çovan: 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Pêyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, du kom bi çek, çov û keviran pev çûn.

16.12.2023, Cts - 18:03

Li Amedê pevçûna bi çek, kevir û çovan: 9 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, li Xaçerêya Necmettîn Erbakan a Taxa Talaytepeyê di navbera du komên ku di nav wan de neyartî hebû nîqaş derket.

Piştî demekî nîqaş mezin bû û guherî pevçûna ku çek, çov û kevir hatin bikaranîn.

Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn, ji wan 7 bi çekan û 2 kes jî bir derban birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.

Hat zanîn ku hin birîndarên tevlî pevçûnê bûne hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x