Li Amedê qezaya trafîkê: 3 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Hênê ya Amedê 3 wesayît li hevdû qelibin 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

12.10.2024, Cts - 10:47

Li Amedê qezaya trafîkê: 3 mirî, 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Li Kolana Dîcleyê ya Hênêyê otomobîla bi plaqeya 21 ACU 934 û barhilgira bi plaqeya 47 KG 343 li hev qelibîn.

Kontrola otomobîla plaqeya 21 ACU 934 ji destê şofêr derket û şofêr piştre li traktorekê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya Hênê yê.

Her wiha cenazeyên 3 kesan mirî jî rakirin morga nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x