Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlekê û mînîbûsa ku karkerên demsalî vediguhestin li hev dan û di encam de 16 karker birîndar bûn.
Li ser rêya Siwêreg û Rihayê mînîbûseke ku karkerên demsalî vediguhestin û otomobîlekê li hev dane û di encam de 16 karker birîndar bûne ku hejmareke zarok jî di nav de ne.
Herwiha 16 karkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.
Li gor zanyariyan karkerên demsalî ji kar vedigeriyan û diçûn malên xwe yên li navçeya Siwêregê.