Li Cizîrê elektrîk bo dema 3 roj tê qutkirin

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê elektirîka welatiyan bo dema 3 roj dem bi dem tê qûtkirin.

11.06.2022, Cts - 06:16

Li Cizîrê elektrîk bo dema 3 roj tê qutkirin
Nuçe Belav bike

Di demekê de ku li navçeya Cizîrê havînan germa heta 47 pileyan jî zêde dibe, Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ragihand bo dema 3 roj elektrîk li seranserî wê navçeyê dem bi dem tê qutkirin.

Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Dîcleyê dibêje qûtkirina elektirîkê şeva 10 Hezîrana 2022ê demjimêr 00.00an dest pê kiriye û heta demjimêr 07.00ê sibehê elektirîk bo welatiyên navçeyê nayê dayîn û ev yek dê bo 3 rojan berdewam bike. Bi gotina DEDAŞê elektrîka welatiyan ji ber çaksaziyên di hêla elektrîkê de tê qutkirin.

Beşek ji welatiyên navçeyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nerazîbûna xwe li hember biryara DEDAŞê anîne ziman û dibêjin ku li seranserî Tirkiyê germahiya herî zêde li Cizîrê ye, bang li aliyên peywendîdar dikin ku elektirîka wan neyê qutkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:51:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x