Li Dîlokê piştî 170 demjimêran jinek hat rizgarkirin

Li navçeya Islahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, piştî 170 demjimêrên ji erdhejê jinek bi saxî hat rizgarkirin.

13.02.2023, Pts - 05:37

Li Dîlokê piştî 170 demjimêran jinek hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bi bandor bû, li dû xwe bi hezaran mirî û birîndar hîştin.

Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Îro 13ê Sibatê li Islahiyê jina bi navê Sibel Kaya piştî 170 demjimêran ji erdhejê ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin. Kesûkarên wê bi kêfxweşî û çepikan pêşwazî lê kirin.

Sibel Kaya piştî ji bin kavilan hat derxistin bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Di erdheja Mereşê de ku 6ê Sibata 2023an çêbû, li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:03:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x