Li gorî zanyariyan şeva borî li Taxa Petrolê ya Êlihê ji ber sedemeke nediyar di navbera du aliyan de pevçûn derket û çek hatin bikaranîn.
Di encama pevçûnê de Huseyîn Kaçarê 18 salî, Y.K.yê 20 salî û kesekî din bi çekan birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Huseyîn Kaçar canê xwe ji dest da.
Dermankirina her du birîndaran li nexweşxaneyê berdewam e û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.