Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du erdhej bi hêza 4.1 û 3.5 pileyê Rîxter çêbûn.

19.05.2023, Cum - 09:38

Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD), ragiahndiye, îro Înê 19ê Gulana 2023an li navçeya Arganê ya Meletiyê erdhejek çêbûye.

Li gor agahiyên ku AFADê belav kirine, erdheja li Arganê îro demjimêr 11:23an bi hêza 4.1 pileyê Rîxter çêbûye û kûrahiya wê 12.56 kîlometre di bin erdê de bûye.

Herwiha erdhejek jî li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî çêbûye.

AFADê ragihandiye, erdheja li Wêranşarê di saet 06:14an de çêbûye, hêza wê 3.5 pileyê Rîxter û di kûrahiya 12.21 kîlometre de bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam in û şeva bihorî li herêma Deryaya Egeyê jî bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x