Li Riha û Meletiyê qeza: Kesek mir û 7 kes birîndar bûn

Li parêzgehên Riha û Meletiyê di du qezayan de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kesên din jî birîndar bûn.

28.02.2024, Çar - 06:03

Li Riha û Meletiyê qeza: Kesek mir û 7 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Şeva borî li ser rêya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê otomobîlên ku welatiyên bi navên Şefîk Erkan û Recep Vûral diajotin li hev qelibîn.

Recep Vural li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Şefîk Erkan û 2 kesên din ên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê.

Tîman termê Recep Vural rakir morga nexweşxaneyê.

Li Meletiyê qeza

Li aliyê din, li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê jî otomobîlek qulibî.

Di wê qezayê de jî 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û bîrîndar rakirin nexweşxaneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x