Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin

Li parêzgeha Rihayê di pevçûna navbera du grûpan de kesek hat kuştin.

06.03.2024, Çar - 05:48

Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan li navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê di navbera du grûpan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du aliyan bi kêran êrişî hev kir.

Di pevçûnê de welatiyê bi navê Abuzer Olmez bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyî çûn cihê buyerê û welatiyê birîndar rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Rihayê.

Lê belê tevî hewildanên bijîşkî Abuze Olmez canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 5 kesên ku tevlî pevçûnê bûbûn hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:26:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x