Li dû wê ragehandinê, ew biryar ji seet 01:00 ê piştî nîvroya îro tê bicihanîn, tevî ku çi sedem ji bo wê biryarê ron nekirine, lê amaje daye ku ew biryar pêxemetî “rêgirtina li kiryarên teroristî û tawankarî ye”.
Wê ragehandinê amaje jî daye, “Li meydan û cihên giştî, bi hemî awayan kombûnên cemawerî, daciryan, grev, rêpîvan, belavkirina ragehandinên rojnamevanî û çalakiyên din qedexe ne.”
Ew biryara Parêzgerê Rihyê ji ber komkirina hêza serbazî ya artêşa Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Rojavayê Kurdistanê ye, tirs heye ku li navenda Rihayê û bajarkên derdora wê xwenîşandan û nerazîbûn bên lidarxistin, wekî piştevaniyek ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê.