Li Rihayê qeza: 4 kes mirin

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 4 kes mirin.

04.03.2025, Sal - 11:26

Li Rihayê qeza: 4 kes mirin
Nuçe Belav bike

Li ser rêya Riha-Dîlokê otomobîka ku şofêrê wê Zeynel Abîdîn Uçar (23) û otomobîla ku şofêrê wê Muslum Yilmaz (20) bû li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du şofêr û Rejber Demîrkol (25) û Ercan Yilmazê (46) ku di otomobîlan de bûn mirine.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak jî çû cihê qezayê û daxuyanî da.

Hasan Şildak diyar ku di qezayê de 4 kes mirine.

Tîmên tenduristiyê cenaze veguhastin morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:41:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x